
Gava dertêm derve çizîya bayê xwîna min diqefilîne. Dengê bajêr hatîye kişandin. Xwelîyekî heye ku zirê xwe winda kirîye; lê belê berfê ser wî jî girtîye. Lembeyên kuçeyê pêxistî ne. Rêza "Min nimêjê dît, nimêjê dişewitînin" tê bîra min. Li ser lewheyê Cûmhûrîyet Caddesî -Kolana Komarê- dinivîsîne. Lihevçûnûhatin kêm bûye. Her tişt bêdeng e. Bêdengî zêdetir naskirî tê ji ruh re. Hêlîna di nav tarîtî û ronahîyê de zêdetir baş e... Pêyên min dişemitin, dişewişim. Ji pirê derbas dibim, têm kuçeya ku digihîje mizgefta Ewlîyayê. Li rastê firoşerê tekelê, yê bi navê Kûmrû Çerez. Bêhna rizandinê. Virê bajêrekî wisa ye ku mîna bajêrekî ku yên di navê de dijîn ji wî bajêrî hez nakin. Min bajêrekî wiha gemar, bêxwedî, betilî nedît. Çend sal berê gava ku ez çûm Dîyarbekir jî, ketibûm nav tiştekî wisa. Hatim mizgeftê. Kes tune. Şadirvan vala ye, bêdeng e. Valahîya dervayê min, ji bêdengîya nav min bêxeber e. Xirecir datîne. Hewa qerisîye. Bi guhên xwe nahisim, şoqa xwe ya ji hirîyê derdixim, serê min xwêdan daye. Diqefilim. Sakoyê xwe derdixim, lingên xwe, goreyên xwe... Kanîyê vedikim. Çawa ku ev, hazirîya cîyê ku ez ê ji te re bitewim e, wisa jî bi tena serê xwe paqijbûnekî ye jî. Bi carekî ve hişê min vedibe. Bi salan e vê peyvikê bi kar tînim û disekinim, hiş çi ye, li ku derê ye, ji çi karî re dibe, çawa bi kar tê nizanim. Misêwa tişt tên hişê min, wisa bihêz, tiştên ecêb dibezin hişê min ku êdî diwestim, dev ji wan berdidim, dixwazim dev ji wan berdim... Av zelal e. Ez ê xwe paqij bikim. Çizîyeke ku mîna kêrê jêdike. Bi navê Te dest pê dikim. Gava ku navê te dibêjim, derî û şibakên ku di sînga min de ne dilerizin. Çatîya şadirvanê diheje. Pir sar e, diranên min li hev dikevin. Pêçîkên xwe, destên xwe dihijdînim. Av zelal e. Hestên xwe paqij dikim. Ez ê aqilê xwe çawa paqij bikim? Ava semawî li ku derê ye, ez ê aqilê xwe bi wî paqij bikim gelo? Rê nîşanî min bide, li vir ti rêç nîn e. Av mîna ku dibêje ez çavkanîya jîyanê me diherike. Devê xwe dişom. Napeyivim. Av nade xeberdan. Zimanê xwe dişom.
Va ye paqij dibim. Ji te re têm. Derçika derê te paqij e. Paqij dibim û têm. Av bi ser xwelîyê ve diherike. Xwelî ez im. Xwelî laşê min e. Av çavkanîya min e. Av rehê min e. Di nav du çavkanîyan de me. Ku av tunebûya, min ê xwe bi xwelîyê paqij bikira. Milên xwe dişom. Bi şûştinê re difetilim çavkanîya xwe. Bi şûştina destên min, lingên min û sûretên min re aqilê min jî paqij dibe. Aqilê min, ber bi paqijîya xwe ya eslî ve diçe. Dibêjim ey aqilê min ê bêçare. Berê xwe bide cîyê ebdîtîya xwe ya xweser ku kelama xwe ji te re bixwîne. Ji îtiqada xwe derê. Îtiqat akît e. Akît gihîn e. Xwe girê nede. Bereday xwe mijûl neke, tu nikarî wî bi sînor bikî. Ceda te bereday e. Ew di ti tesewirê de bi cih nabe. Ez hest dikim, tu bi ti îtiqatê nayêy bi sînorkirin. Tu li her derê yî, her dem î. Ne cî ne jî dem î tu. Tu bêcih û bêdem î. Cardin destê xwe û sûretê xwe dişom. Sûretê xwe naşom, aqilê xwe dişom. Ey aqil, ji îtiqata xwe derê. Wexta ku bangî te dike bibêje, bersiva ku tê bidî wî nefikire. Tu jî gihîn î. Derê ji navê. Tiştên di nav te de ne jibîr bike. Bêje tu nikarî ti tiştekî bidî min. Dev ji min berde. Min paqij bike ey aqilê min. Tê çawa di nav têgihîştina xwe de avê bi cih bikî. Tê çawa xwelîyê girê bidî. Dev ji vê tesewira xwe ya bisînor berde. Dizanim tu nikarî bersiv bidî min. Bersiveke te tune. Tu nikarî bangî min bikî, ez dizanim. Bi şûştina sûretê xwe, ji te xelas dibim. Bi şûştina devê xwe, bi şûştina dest û lingên xwe, ji te paqij dibim. Niha li ber sîya navê Te me, hest dikim. Tenê navê Te dibînim. Dizanim ku vê zanîna min tiştekî naguherîne. Hebûna min û tunebûna min bi te ve ye. Niha navê Te yê ku di binê tedbîra wî de me bang dike: Ez dibêjim Rebbê min... Belê gotina te rast e; lê belê nikarim bersiv bidim Te. Tenê dikarim bibêjim ku "Tu yê herî mezin î". Belê belê, tenê dikarim vîya bibêjim. Bê hemdê xwe dibêjim Allahûekber. Nikarim wateya navê Te bizanibim. Dizanim Tu nayêyî zanîn. Tenê meriv li ber Te ditewe. Tenê li ber Te serî xwar dibe. Hemû nav, Te nîşan didin. Tecellî bi wesfê Te re ye. Ti nîşandana meznahîyê nikare Te bide naskirin. Ti derbasbûn nikare Te derbas bike. Tu, yê ku hemû derbasbûnan derbasbûyî yî.
Te bangî min kir, ji bo ku ji te re destê xwe vebikim û munacatê bikim, va me hatim li ber derîyê te me.
Derîyê bi kundekar ê du qane vedikim. Kes tune. Hundir sinahî ye. Ronahîyên ku di şibakan de tên, tarîtîya hundir dibirin. Têm cîyekî nêzî mîhrabê. Gava ku dimeşim, ji min tirê qey mîna ku di derenceyan de dikevim erdê. Tu bangî min dikî ku ji bexşandina Te nisîbê xwe bistînim. Dilê min biçûk dixî, min feqîr dikî. Kêm dibim, sivik dibim, paqij dibim. Di her tekbîrê de destê xwe bilind dikim, di vê tecellîyê de tiştên ku te ji min re bexşandîye, li paş dimînin. Tiştên ku Tu didî, diavêjim tûrikê xwe. Nûrek herî mezintir dixwazim. Ma qey ji meznahîya Te re sînor heye? Dibînim ku tiştê ku di vê tecellîyê de Te nîşanê min da, ji yê qasek berê biçûktir e. Feyza Te kêm nabe, zêde dibe. Bexşandinê bernadî. Mezinbûnê bernadî, dixwazim ku serê xwe deynim ber derçika derê Te. Bi te re me, ji te re me, di hizûra Te de me. Tê, raza berêxwedayîna qîbleyê bi min bidî hînkirin. Ey ruhê min, ez ji Te re dibêjim, bi tenikayîya xwe ji min re nebe perde. Ey laşê min, ji te re dibêjim, bi tîrîya xwe ji min re nebe perde. Ey qîbleya ku di nava min de ye, ji te re dibêjim, ser qîbleya dervayê min negre. Ey qîbleya li derveyê min, ji te re dibêjim, ser qîbleya ku di nav min de ye negre. Ez bifetilim ku derê bila bifetilim, Tu li wir î. Xêzên min, quncikên min, şikestinên min, jêkirinên min winda dibin, ez dibim sûretekî glover, laşê min dibe sûret, ez êdî sûretek im. Te pesnê wî da. Te ji wî re got dildarê min. Kelama ku Te ji wî re bexşandîye hemû gotinan di nav xwe de dihewîne. Bi wan hemû gotinan, ji te re hewar û gazî dikim. Tevrata te dikşînim. Încîla te dikşînim. Qurana te û Zebûra te dikşînim. Derî vedibin. Dikevimê. Derîyekî din.. Dikevimê. Derîyekî din.. Dikevimê, derîyekî din. Bi vebûna derîyan çavên min vedibin. Du wechên wî hene ku xwedîyê yek navendî ne û gihînekek wî heye ku her du wecha digihîjîne hevûdin. Te ji wî re got fatîha ye? Qey ew feth e? Bi xwendinê vedike. Vedibe bi xwendinê. Wî bixwîne. Vebe... vebe... va ye vedibe. Xelqeya pêşîyê ye ev. Ronahî nîn e, nûr e ev. Ne ronahî ye, wî dibînim... hişê min diçe... Xalî, dîwar, mîhrab, mînber, avîze, ronahî, xet, qubbe difetile. Ji wan ronahîyên ku min berê dîtibû nîn in. Ji ronahîyê giloverekî xwe nîşan dide. Bi wî re me. Li wirê me niha. Difetilim. Lingên min ji erdê tên birîn. Ji zimanê min bi xwe peyiv dertên. Nizanim ku çi dixwînim. Tenê ji te re ebdîtîyê dikim, tenê ji te... niha ji nûrê bûm daîrekî. Difetilim. Gava ku difetilim vana dibêjim. Li peyvikên ku ji devê min dertên dinêrim. Mîna topên sitêrkan difirin. Ji wan re dikenim û li wan dinêrim. Ne wekî parçeyekî goşt, wekî parçeyekî ronahîyê dibînim. Dişewite. Dilê min mîna fanosê tîrêj dide. Qey te fatîhayê di nav min û xwe de kir du qeşt...? Qey te çar ayetên pêşî ji xwe re hilanî? Sê ayetên dawîyê ji min re dihêlî? Em tenê ji Te alîkarî dixwazin... Qey bi vî tu min bi xwe ve girê didî? Tu gazî min dikî ku ez werim wê berzahê? Tecellîyên birqok bi vîya vedikî? Tu hem wateya rebtîyê û hem jî wateya ebdîtîyê vedişêrî? Ew heft wesfê te dikşîne? Wecheka wî li ba te, ya din jî li ba min pêk tê? Li menzîla yekemîn im. Min gavê pêşî avêt. Êdî ditirsim. Ji min tirsê distînî. Di payeya daketina pêşî de me. Di berzaha nav rûbûbîyet û ûbûdîyetê de me ku rûbûbîyet wêneya qîyamê ya di nav erd û ezman de ye û ûbûdîyet jî wêneya sujdeyê ye. Li virê yê bilind û nizim digihîjin hevûdin. Erd û ezman digihîjin hevûdin. Gava ku meriv bilind dibe ezman, di vê berzahê de meriv derbas dibe. Va ye du tabîetên min. Xirînî ji sînga min tê. Ji sînga min deng dertên. Ucûda min dilerize. Çi dibe ji min. Ditirsim. Xwedêyo, çi dibe ji min, min bigre. Dîsa difetilim. Ji wê daîreyê derbas dibim, daîreka din vedibe. Hişê min diçe. Rast derdixim. Dibêjim, ew ê ku jê re hemd tê kirin dê bihîstibe. Dengê min dernayê. Ev deng ne yê min e. Vîya tu dibêjî. Bi awayên zimanê min tu dibêjî. Dîsa difetilim erdê. Dîsa ber bi te ve bilind dibim. Daîreka nû xwe nîşan dide. Bi xwesteka nêzbûnê dişewitim. Mîna te dadikevim. Ji sisîyan yek ê şevê de wekî daketina te ya yekemîn ezmanê dinyayê, xwar dibim ji sujdeyê re. Dibêjî sujde bike, nêz bibe. Te dibihîsim. Dibêjî ber bi min ve xwar bibe. Dibêjî gavekî ber bi min ve were, dê ber bi te ve bazdim. Dilê min dê vîya çawan hilîne. Xwar dibim. Anîya xwe datînim erdê. Anîya xwe danaynim erdê, datînim ser destê te. Li xwelîyê difetilim. Difetilim eslê xwe. Li wir dimînim. Destên te hest dikim. Virê menzîleke wisa ye ku ji nûrê hatîye çêkirin. Vira cîyê ku ez û te gihîştibûn hevûdin bû. Bêhna te dibîhîsim. Li çavên te dinêrim. Tecellî kurt didome. Dertêy, dertêy û winda dibî. Tu winda nabî, çavên min tên birîn. Çavên min têr nakin. Mîna rûn diherike.
Navê te gazî nêzbûnê dike ji min re. Tu dildar î, ez evîndar. Ku ez dildarbûma, teyê bigota sujde bike, tu nêzî. Te got sujde bike, nêz bibe, dildar tu yî. Girêkên di nav min de vedibin. Gihîn sist dibin. Mîna ta sivik dibim. Mîna bêkişandina erdê. Li ser xwe ti giranî hest nakim. Tenê xwe, goştê xwe, hestîyê xwe hest nakim. Navê xwe nizanim. Anîya xwe digrim. Ji anîya min de min diqefêlî. Feyîza ku ji destê te dikeve anîya min qet naqede. Ê ku hişê min ji serê min dibe dibînim. Êdî ji ber bandora wî dûr im. Êdî nikare ti tiştekî ji min bike. Êdî nikare min bixe binê bandora xwe. Daîrekî din jî heye, nikare wirê derbas bibe. Li dervayê xêzê qefilîye, hişkolekî sekinîye. Li min dinêre û digirî. Dibêjim "Tu qet digirîyay?" Dibêje, "Tu efsûn li ser min dihêlî. Gava ku anîya xwe datînî erdê, ez bêçare dimînim. Min diqefilînî. Êdî ji bandora min dûr î. Nikarim ti tiştekî ji te bikim." Dibêjim "Baş e, gelo çima tu digirîy?" "Neçûna sujdeya xwe ya ji wî re difikirim" Didêjim "Ji kî re?" Dibêje "Ji Adem re" "Êêê, çi bûye? Te wisa xwest." "Dawîya xwe dibînim" ji ber çav winda dibe. Xwelî anîya min maçî dike. Eslê xwe maçî dikim. Eslê min destê xwe bi min dike. Virê cîyê bi eslê min re hevdîtinê ye. Anîya xwe hiltînim, dîsa datînim. Vê carê dirêjtir didome. Dibêjim "Xwedêyo, ronahîyê bide çavên min." Çavên min tîrêj didin. "Ronahîyê bide destên min." Destên min tîrêj didin. Destên min mîna sotikê agir pêdikevin. Anîya min tîrêj dide. "Xwedêyo, nûrekî bide guhê min." Dengekî dibihîsim. Ev dengê te ye. Tenê dizwazim dengê te bibihîsim. Min ji dengên din re ker bike. Nûrekî bide alîyê min ê rastê, ronahîyek bide alîyê min ê çepê, pêşîya min, pey min, ser min, binê min... Cîyê ku anîya xwe datînim şil dibe. Biîskînî digirîm. Dengê min di mizgeftê de olan dide. Dengê xwe dibihîsim. Dengê min dikeve nav dengê te. Dibêjim, min bike nûr. Dengê min olan dide. Dibêjim min bike nûr. Ji dîwar, ji qubbê, ji mîhrabê deng tê: Min bike nûr. Dibêjim, tu nûr î. Deng tê: Tu nûr î. Dibêjim, min bike tu. Olan dide dengê min: Min bike tu. Xwedêyo, min bike tu. Dîsa dengê min dizivire: Xwedêyo, min bike tu. Sukût dibim. Dengê te şelpîn tîne ji anîya min: Ez dikim ku tu bibî min. Xwedêyo, min ji min bistîne û bibe tekane hebûna min da ku çavên min tenê bi te bibînin. Tu dibêjî ku ez dikim ku tu bibî min. Dengê te dibihîsim, tu dikî ku ez bibim tu. Hêdî hêdî rast dibim. Cara dawîyê rûdinêm. Te erd û ezman di şeş rojan de afirand, pişt re erşê rabestand. Mîna ku erşê rapêçînim rûdinêm. Êdî perdeyek nema. Çavên min sivik dibin. Laşê xwe hest nakim. Xwe hest nakim. Hişk bi dilê min digrî, bernadî. Wî di kefa destê te de dibînim. Tenê çavên min dibînin. Tenê wî dizanim. Ji te pêştir tiştekî nayê dîtin. Gotina min a dawîyê dibe Hû. Bi gotina Hû diqedînim. Naqede dest pê dike, her tişt niha dest pê dike. Gavê xwe diavêjim jîyanê. Pîyê xwe hêdîka datînim wir. Navê te yê ku can dide wir vedibe. Di wî derîyê de dikevim hundir. Min bi te dest pê kir, bi te dawî tînim. Ji binê sîya navekî te, derbasî aramîya navekî te yê dinê dibim. Selam navê te ye, li te silav dikim. Selam yek ji wan navê te yê xweşik e, ên ku tu ji wan hez dikî silav dikim. Winda dibim êdî. Dixwazim xwe di nav wê windabûnê de bibînim. Êdî wexta cihêbûnê ye. Silava xatirê didim te. Te min ji min sitend, ji te diqetim. Ez, xwe ji te re dihêlim û difetilim. |