K itêbxaneya me bi xebatên weşanxaneya Nûbiharê herroj dewlementir dibe û ev xebat hêvîyeke xurt didin meriv. Li hember pêlên asîmîlasyonê Nûbihar giravan ava dike û evîndarên zimanê kurdî îmkana ku bi zimanê xwe bikevin cîhanên xeyalî (fiktional/kurmaca/fiktiv) bidestdixin. Bo gotineke din, bi saya van berheman têkîlîya me bi zimanê me yê qedexekirî re dewam dike û ev eser fonksîyana pireyan bi cî tînin; ew me bi tarîxa me ve girêdidin û dikin ku em li ser van hîman îstîqbaleke baştir ava bikin.
Wekî ku xwendevanên vê kovarê dizanin berî sê-çar mehan Nûbiharê sê berhemên gelek mûhîm weşandin: wergera Dîwana Melayê Cizirî, Dîwana Mele Zahirê Tendûrekî û Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana...
Ahmet Akın
Zêdetir bixwîne...
"Pirtûka Eyan Beyan, mîna pirtûkên nivîskar ên din ne pirtûkeke wisane ku meriv dakaribe bi carekî ve bixweyine. Ev pirtûk kesên/rewşên cihê ku di 108 rûpelî de bi cih nabin di nav xwe de dihewîne. Nivîskar, gava xwendina pirtûkê, meriv mi sêwa vir de wir de dibe û tîne. Gava ku pirtûk diqede meriv vana fêm dike. Di çîroka bi navê "Yorgûn Yanki -Olana Betilî" de li ser jin û mêrekî disekine ku ew di hevde tenêbûna xwe dibînin; lê belê nizanin ku dê valahiya navê çawan tije bikin û bi du kurtaj û di berde mana miradê dawî dibe. Di çîroka "Bîr Ve Hep-Yek û Tev" de li ser kesekî ku fêkiyan ji sûkê distîne, li pey merivekî ku tenê dijî diçe û li deriyê wî lêdixe, tiştên di destê xwe de datîne mala wî û dest vala; lê belê dil tije difetile tê sekinandin. Di çîroka "Oluye Oyku-Ji Mirî Re Çîrok" de li ser leşkerên ji ber ku ji çekan hez nakin ji çavûşê xwe lêdan dixwun, kesên ku di nav du agirî de dimînin, kesên ku birayên wan dikin binçavî û nafetilin, kesên ku piştî îşkenceyê xwe dikujin tê sekinandin. "Li virê her kes pir zehmet e. Bav zehmet e, evîn zehmet e, debar zehmet e, cendirme zehmet e, dê te rakin û bibin û careka din ji te agahî nayê girtin, nav û deng ji te namîne, tê cûmî cela bibî..." Û piştî ew qas zilm, di çîroka dorê ya Yalsizûçanlar "Akil Daği-Çiyayê Aqil" de dîsa fetilendina wî ya ji Xwedê re kî dikare nexweş bibîne.
Çîler Îlhan
"Ku îşkence ew qas dibe ji dorê, kesên ku bi awayên mîna hev dikevin binçavî...tên reyandin, ku bi awayên mîna hev di îşkencê de tên derbaskirin, kirina heqaretên mîna hev û dîsa gihîştina encamên mîna hev, tenê bi rastiyeke hişk meriv dikare bibîne. Va ye rastiyên ji hev girantir û dilkevir, di "40 Çîrokên Binçavî Û Ên Din" ya Sadik Yalsizûçanlar de veşartîne."
Emîne Dolmaci
"Çîrokên Yalsizûçanlar, -ne hîkaye, çîrok- tim bi derketina holê ya bi awayekî lêgerînî dertên hemberî meriv. Hinek caran naverokê dajo riyê nadiyar, di şiveriyan de bezandina li pey cerbandina şêwaz ên patîskeyê, xwe bi aliyê 'sûrên ku fetilandina wan tune' ve kaş dike. Hinek caran jî, li paşî ku bi israra çîrokên xwe dide ser metnên ku şêwaza xwe digerin, birina gerdana kevoka ji gergefên ku digerin dikşîne. Ku meriv temaşegeha çîrokên -ne hîkaye- turkî dinêhêre, hema niha meriv fêm dike ku ev şêwe çîrok li ciyekî cihê disekinin. Van çîrokan, ji bûyerê zêdetir li ser rewşê, ji şayesê zêdetir li ser analîzê, ji diyalogê zêdetir li ser monologê xwarbûyî ne. Ostayê wî jî Zanayê Karasû bû û heta îro nehat derbas bûn."
Sefa Kaplan,
Hurriyet, 13.07.2003.
"(...) Pirê hîkayeyên Yalsizûçanlar de dunya û axret, rastî û mecaz, navbera alema ku tê jiyandin û dunyaya ku tê sazkirin 'Yek gavek' jî nîn e. Ji ber vê, ji yekî heta yê din bi lezbûneke meriv bawer nake tê derbaskirin. Bi vî awayê, dunyaya din, Parîs, Enqere, Stenbol; welhasil her ciyên ku bibawerî tên gerîn an jî di çîrokê de tê xeyalkirin, ji hîkayeyên wî re dibin cî û war. Di hîkayê de xeynî vegotinvanekî, sembolên mîna tûtî û Merivê Çav Şîn hene. Hîkayeyên Yasizûçanlar, her dem çawan ku di nav çîrok, helbest mînakan de tê dîtin, wisa jî li pişt, neheqiyên dinê, nelirêtiyan, xireciriyan, rojane, hetanî ku meselên metafîzîkî jî tên hestkirin. Nêrîn û bihîstinên derheqê hunerê de jî cih digrin. Ehlaqsizî, xerabî û zilm jî tên teşhîrkirin. Di hîkaya nû de mijara "diltengî" ku moda ye jî ne kêm e. Her wiha, motifên ronî û aramiyê ku çîrokbêj mîna stêrk û kulîlkan bi kar tîne hene ku vana dil ji tarîbûnê xelas dikin. (...)"
Ahmet Kabakli
Edebiyata Turk,
Hîkaye û Roman, cilda 5.
Stenbol, Weşanên Weqfa Edebiyata Turk
"(...) Li gorî nivîskar, gotina ku herî nêzî îfadekirina rave ya pirtûkê(Acûrên Biraz - Sirli Tûğlalar): vegotin e. Pirtûk ji sê beşa pêk tê: 'Pirtûka Tîpa', 'Kataloga Vegotinan', 'Tekfener'. Di beşa pêşî de ji tîpan dunyayekî saz dike. Di beşa duyem de, li ser dunyaya ku saz dike derdikeve rêwîtiyeke hişî. Di beşa sisiya de jî çîrokên naskirî vedibêje. Vegotinên Yalsizûçanlar, li ser wusateke nîgaşî û her wiha li ser wusateke helbestî ya bêsînor diherike. Hinek jî ji rûyê vî de metn bê çarçove dimîne. Ji aliyekî de behsa Wîttgensteîn û Heîdegger dike, ji aliyê din de jî behsa Qur-an û tesewûfê dike. Heyînî bi her awayê xwe ve bala nivîskar dikşîne. Bi vê wateyê bi çarçoveyeke berfireh li jiyanê dinêhêre.
Selen Akiner,
Vîrgul, 14. Gulan. 2003.
"Ji min re, li dunyakî ku sînema di wateyên dûr de tên nîqaşkirin, şîroveya sînemaya xewnê bala min dikşîne û jidil jî dibînim. Li ser sînemayê kirina şîroveyên mirovan yên saf û bêberjewendî, bê nîqaşkirin jî min her dem kêfxweş dike. Di vê çarçoveyê de gotineke Seîd Nûrsî ya ku di pirtûka Sadik Yalsizûçanlar a di Sînemaya Xewnê de derbas dibe bandora xwe li ser min hişt. "
Zekî Demîrkûbûz
"40 Îkîndî"
Sal: 2 Heyam: 2 Hejmar: 1/13
Sadik Yalsizûçanlar, di romana xwe ya duyemîn a Seyah de jîyana Îbn Arabî yê Endulusî vedibêje. Vîzyonên Îbn Arabî bingeha pirtûkê pêk tîne. Di jiyana Arabî de ku bi rêwîtiya navendên wê çaxê mîna Bexda, Şam, Mekke û Kahîreyê derbas dibe, halên wî yên ruhî, xeberdanên wî yên li hemherî hev, têkiliyên wî yên sofî û dostên wî re cih girtine. Yalsizûçanlar wexta ku behsa jiyana Îbn Arabî dike, li derheqê sirûşt û çanda Endulusa wê demê de jî agahî dide. Ger ku hûn dixwazin derên gereke dîrokî, pirtûka Seyah-Gezgîn mutleqa bixweyînin.
Doğan Hizlan
HURRIYET
22 Kewçêr 2004
"Di Yaqaza de cesareta bi kar anîna ziman, ji bo edebiyata turk zehf girîng e. Hîkayeyên xwe yên dawiyê, meriv nikare bibêje bi hişekî betilî dinivîsîne. Bi rastî bi hişekî aram û bi hişekî ku ciyê ku dê herê çiye nivisandiye. Lîrîzma ku çîrokên wî di serî de bi xwe re dibe, nivîskar kaş kiriye zanayiyeke Kîerkegaardvarî.
Selçûk Orhan,
Kovara Hece, Hejmar: 46/47
"Aliyekî Seyah-Gezgîn ku bala meriv dikşîne, kesayetîkî dîrokî ku bi awayekî jiyana ruhî ya mirovekî modern dikare derxe holê ye. Gera giyanî ya ku zana dijî, çawan ku ji bo mirovê vê çaxê re mîna mînak tê nîşandan, ji aliyekî ve jî ji aliyên awayê din ve nediyarî tê hiştin û tê dîtin ku zêdetir yê li ser derûniyê derdixin pêş. Nivîskar, li hinek beşên romanê de vegotineke metaforîk bi kar tîne, li hinek ciyan jî serî li zimanekî yekser û fesîh dixe. Qonaxên nepenî ya gihanekên jiyanê ku hêdî hêdî vedibin; hinek caran jî tê fêmkirin ku kîjan îmge rewşa giyaniyeke bi çi çeşnê dikşîne; hinek caran jî çîrok di nav xwe de tê girtin. Beşên ku ji rojnivîska Seyah tên ragihandin, metn xwediyê wesfekî rast û bibawerîne. Di beşên ku bi nemûşa kesên sêyemîn yên yekjimar tê xeberdan jî hinek caran vê baweriyê winda dibe.
Sadik Yalsizûçanlar ku çîrokbêjiya turk a modern de ciyekî xwedî taybet e, bi romana xwe, di vê beşê de jî digîhîje ciyekî taybet. Lê mayîndebûn û nemayîndebûna vî ciyê, divê bi metnên nû yên nivîskar bên ceribandin."
Kovara Varlik
Sibat. 2005
"Ku meriv bala xwe bide nîgaşa pirtûkê, bi vekirî li holê ye ku meraqa li ser Îbn Arabî û di kesayetiya wî de li ser sûfîzmê çi qas berfireh e. Yalsizûçanlar, di roportaja li ser Seyah-Gezgîn de ku ji aliyê Nûriye Akman ve pê re hatibû kirin, digot ku, min di romanê de zimanekî nû û tegihîna badek ê ceribandiye. Seyah, her çend meriv bi carekî ve bixweyine jî, nîgaşên wî bi tevayî nayên vekirin. Yalsizûçanlar, zimanê ku Bertoluccî di Lîttle Budha'ya xwe de ceribandibû, di romana xwe de derxistiye holê"
Rojnameya Sabah,
4. Berfenbar. 2004
"Beşa dawî ya Seyah, gotinê diavêje rastîhevhatina serî û tîne bîra me ku destpêk û dawî yek e. Bersiva ku Îbnu'l-Arabî dide Îbnu'r-Ruşd, bi pirseke Konevî nû dibe. Bi hevoka dawiyê dîsa dibe bêdengî: Bêdengî û "sekînet." Bi vê gotinê tiştê ku tê vegotin ne bicîbûna ciyekî ye, ketina binê bêdengî û sukûnetê ye: "Rewşa nû ya ku seyah dikeve binî, rewşa sekîneya ku di besteya çem de vedibêje ye..." Bi Seyah rêwîtiya Sadik Yalsizûçanlar serî li qada vegotineke nû dixe. Di vê qadê de, zanavê nivîskar ê çîrokbêjî û romanbêjî bi awayekî vezelanî têkilîyekî dijîn. Ê ku min hilbijart çîrokbêjiya Yalsizûçanlar e. Bi taybetî asta vegotina wî ku di Hîç de bi awayekî kitekitî bidome, ez bawer dikim ku dê berhemên nemir ji dîroka nûjen a nivîsa me re biêle. Metnên wekî Seyah û yên din jî vê zanava wî li deştên cihê belav dikin."
Halîl Îbrahîm Kaya
Kovara Hece.
|