
Dîwana Mela Zahirê Tendûrekî
Dîwana Mela Zahirê Tendûrekî jî wekî gelek berhemên me yên klasîk e ku Weşanxaneya me Nûbiharê ev berhema hêja derêxiste pêş xwendevanên Kurdî...
Muellifê Dîwanê Mela Zahirê Tendûrekî di nava salên 1882-1966an de jîyaye û Dîwana xwe jî di sala 1922ê ye temam kirîye...
Dîwana Mela Zahir jibilî xezel û qesîdeyên Kurdî, bi Erebî û Farisî du beşên dî jî hene ku, di Dîwanê de beşa Kurdî hem bi herfên Erebî hem jî yên Latinî hatîye çêkirin ku hemû xwedevanên Kurd bikare bixwune...
Di Dîwana Mela Zahirê Tendûrekî de 66 xezelên Kurdî, 17 xezelên Erebî û 22 jî xezelên Farisî hene. Mijara Dîwana Mela Zahir piranî li ser Şeyh Zîyauddîn (Hezret) e ku di her beyt û rêzika wê Dîwanê de tesewuf û menewîyeta Îslamê heye.
Her wisa ji ber ku gelek mefhumên tesewufî di Dîwanê de cih digirt di paşîya Dîwanê de ferhengokek hatîye çêkirin...
Dîwan -Mela Zahirê Tendûrekî,
Amadekar: Mela Abdurrahman Bîçîcî,
408 rûpel,
Weşanxaneya Nûbiharê
*** *** ***
Di Roniya Qur'anê de Dîroka Pêxemberan - Mûrad Celalî
Kitêba Murad Celalî, Di Ronîya Qur'anê De Dîroka Pêxemberan, de behsa jîyana pêxemberên ku di Qur'ana Pîroz de diborin hatîye kirin.. Di kitêba de ji jîyana Hezretî Adem, Hz. Idrîs, Hz. Nûh, Hz. Hûd, Hz. Îbrahîm, Hz. Musa, Hz. Yaqûb û heta jîyana Hz. Îsa ( e.s) hatîye. Lê bera ku nivîskar Murad Celalî dest bi jîyan pêxemberan bike pêşgotinek, ev beşene jî nivîsîye: Destpêk, Pêwîstîya Pêxemberan, Peyama Hevbeş Yekîtîya Xweda, Awayê Hatina Wehyê, Wesfên Pêxemberan, Wezîfeyên Pêxemberan û Hejmara Pêxemberan...
Jibilî wan beşan di dawîya kitabê de ferhengokek jî hatîye amadekirin ku xwendevan gava jîyana Pêxemberan dixwune hin kelîmeyên ku tênegehe bi vê ferhengokê ve fêm bike...
Kitaba Murad Celalî di Kurdî de yekem berhem e ku li ser jîyan û dîroka pêxemberan hatîye nivîsîn. Kitab ji nava Weşanxaneya Nûbiharê derketîye û 175 rûpel e.
Di Ronîya Qur'anê de Dîroka Pêxemberan-Mûrad Celalî
175 rûpel,
Weşanxaneya Nûbiharê
*** *** ***
Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana- Sadik Yalsizuçanlar
Sadik Yalsizuçanlar nivîskarekî navdar û xwedan gelek kitab e ku piranî li ser çîrok û hikayetên rojhilatê dinivîse û tehlîlan dike. Berhema wî Çîrokên Mesnewîya Mewlana jî her wisa kitabeke muhîm e ku ji 120 çîrokên li ser hikmet û dunyaya rojhilatê hatine nivîsîn pêk dihêt. Her wisa ji bo wergera Kurdî jî nivîskar Sadik Yalsizuçanlar, pêşgotinek bi navê "Di Kurdî de Xwendina Mewlana" nivîsîye û ew jî daxilê kitabê kirine. Ku di pêşgotina Sadik Yalsizuçanlar:
Ji bilî Hz. Mewlana, kevneşopiya me ya çîrokan de Şêx Sadî Şîrazî, Ferîduddîn Attar, Ahmedê Xanî, Molla Camî, Nîzamî û navên hwd. di berhemên xwe de hunera çîrokên kevneşopî yê pirî caran bi kar anîne.
Ev çîrokên di vê behremê de ku ji aliyê Azîz Samûr ve bi rêtina rondikên çavan li kurdî hatine wergerandin, her cara ku meriv dixweyîne, meriv hîkmet û tehmên ji hev cihê jê distîne.
Di kurdî de ku yek ji wan zimanên kevnare yên Mezopotamyayê ye, dîtina çîrokên bihîkmet yên Hz. Mewlana ji aliyê min ve bextiyarîyeke, ji aliyê werger û xwendevanan ve jî divê weke himet û lutfekî bê hesibandin.
Ji weşanxaneya bijarte ya Nûbiharê re ku li welatê me bi zimanê kurdî pirtûkan diweşîne, ji ber hewldana wan a gihîştindina vê behremê ya ji xwendevanan re minetdar im.
Ji bo wergera hendaze û hêja ji dildar Azîz Samûr re jî wisa.
Kêmasî ji me, xweşikî ji Wî ne.
Ev kitaba Sadik Yalsizuçanlar di sala 2003ê de bi Tirkî hatibû çapkirin û ji bo Weşanxaneya Nûbiharê ev berhem Azîz Samur tercumeyê Kurdî kir ku di 2007ê sala Hz. Mewlana Celaleddînê Rûmî de hate weşandin.
Çîrokên Mesnewîya Hz. Mewlana - Sadik Yalsizuçanlar
Werger: Azîz Masur
239 rûpel
Weşanxaneya Nûbiharê
*** *** ***
Weşanxaneya Nûbihar
Büyük Reşitpaşa Cad.
Yumni İş Merkezi No: 22/29
Vezneciler-İstanbul
Tel&Faks: (0212) 519 00 09
www.nubihar.com
nubihar@gmail.com |