
Di Kurdî de heta niha çend heb mealên Qur'anê hatine çapkirin û ji wan yek jî meala Mela Mehemedê Hekkarî ye. Mela Mehemedê Hekarî, piştî xebatek dûvdirêj meala Qur'ana Pîroz bi devoka Hekarî tercumeyê Kurdî kir. Meala Mela Mehemedê Hakkarî bi navê Ronahîya Qur'ana Pîroz hatîye çapkirin û belavkirina wê jî weşanxaneya Nûbiharê dike.
Ronahîya Qur'ana Pîroz, ji mealên dîtir cuda bi devoka Hekarîyê ve hatîye amadekirin û Seydayê Mela Mehemed bi taybet xwestîye ku ew bi vê devokê ve bihête çapkirin. Meal her çend bi vê devokê ve hatibe hazirkirin jî zimanê Ronahîya Qur'ana Pîroz zimanek xweş û sivik e ku her Kurdek dikare bi vê mealê ve Qur'ana Pîroz bi zimanê xwe bixwûne û fêm bike...
Seydayê Mela Mehemed, wextê meala xwe amade kirî ji gelek çavkanîyan îstifa kirîye û navê wan jî di pêşgotina mealê de dîyar kirîye. Her wisa Mela Mehemed mebesta xwe ya amadekirina mealê jî di pêşgotinê de wisa dibêjît: "Eve me jî bi ezmanê xwe anku bi ezmanê Kurdî ev meala Qur'ana pîroz bi navê (Ronahîya Qur'ana Pîroz) bi kurtî û bi ezmanekî fesîh nivîsî, da ku her kesê berê xwe didetê û dixûnît têbigehît û bizanît û da bo xwe mefayî jê wergirît. Ez hûvî dikem ku Xudê Teala vî karê me qebûl biket û roja qîyametê, me û hemî xûşk û birayêt bisulman li hizûra xwe li bin alayê vê Qur'ana Pîroz rûspî û serfiraz biket..."
Seydayê Mela Mehemed ji bo meala xwe pêşgotinek amade kirîye û her wisa li mealê ferhengek jî zêde kirîye ku di vê ferhengê de manaya hindek kelîmeyan hatîye dayîn...
Ji bo xwestina Ronahîya Qurana Pîroz:
Weşanxaneya Nûbihar
Büyük Reşitpaşa Cad.
Yumni İşmerkezi No: 22/29
Vezneciler-İstanbul
www.nubihar.com
nubihar@gmail.com |