
Navê dayîka min jî Ayşe ye, navê min jî. Ew heftê û du salî ye; ez, sî û sê salî me. Min hertim baweriya biyomî ya jimara sî û sisêyan kiribû. Her çiqas wiha be jî, çi dibe bila bibe, bûyera ku di serê min de derbas bû, bawer dikim ku dê ji bo min bi xêr be. Mixabin serûçavê min gelek guherî. Bi serûçavê min re derûniya min neguherî; lê belê hest dikim ku hinek tişt ketin dilê min.
Em ji gundê Tepe'yê ne. Gundê me girêdayê Manavgatê ye. Ji rojeke hefta pêşî ya meha tîrmehê bû. Bi dayîka xwe re min makîneya patozê pakij dikir. Ji alîyekî ve makîne dixebitî, ji alîyê din ve jî me paqijiya wê dikir. Bi dîtina ku min dît, bi carekê ve qayiş li porê min ê ku heta navpişta min dihat lefiya. Ji qalpaxa çavên min heta aniya min, biriyên min û çermê guhên min kaş kir û avêt. Tiştê ku tê hişê min, ew kêliya ku qayîş li porê min lefiya... Tiştên ku ji wê kêlîyê pê ve bûbûn, mîna xeyalan min li ber çavên xwe dît. Dayîka min çawa ku porê min ê ku bi çermê serûçavên min ve ji serê min kaş bûye dibîne, ji nava serê xwe diqîre û hewar dike. Cîran û hemû nas ên ku li wir dixebitin li ser serê me dicivin. Ji wan tirê qey ez mirime û bi wê baweriyê gora min dikolin ji axa sar... Dayîka min, li ber dilê xwe min hembêz dike û kûr e kûra wê digirî û ji nava dilê xwe dilorîne... Ew bi xwe jî li hêvîya vedana gora min e. Bi carekê ve dibînê ku rehê canê min diavêjin. Min zûzûkan diavêjin mînubusa apê Xerîb û tînin nexweşxaneya dewletê. Ji wir jî min sewqî Fakulteya Tipê ya Zaningeha Akdenîzê dikin. Dayîka min a hêsîr, reben û perîşan, ji alîyekê ve min hembêzî ber dilê xwe dike, ji alîyê din ve jî bi destê xwe porê min ê ku di xwîn û xirarê de maye digire... Emeliyeta min donzdeh saetan berdewam kiriye. Di xewn û xeyalên xwe de min her tim serûçavên xwe didît. Mîna ku li eyneyê binêrim, li çermê serûçavê xwe dinêrim; lê belê ne çavên min hen in, ne pozê min heye û ne jî devê min...Ku di serûçavê mirov de çav tune be tu wateyeke wê namîne. Îleh çav. Ger ku devê meriv tune be, rast dibêje an derew meriv fêm nake; lê belê ger ku çav tune be, mîna ku bê can bî. Doxtorên ku navê wan Asim û Umer in emeliyeta min kirine. Mamosteyan gotine ku 'di emeliyetên bi vî rengî de şansê serkeftinê kêm e; lê belê em bi hêvî ne. Tiştên ji destê me hat me kir, em ê xwe bidin ber rehma Xwedê û sebir bikin ka çi dibe...' Di binê mîkroskopê de rehên min bi hev û din ve danîne û bi vî awayî serûçavê min dirûtine. Dayîka min dibêje ku 'panzdeh rojan ji te tu deng derneket, mîna miriyan dirêjkirîbûy.' Axirê hişê min hatiye serê min. Piştî pênc mehan gihîştim serûçavê xwe; lê belê min nekarî li neynikê binêrim. Gelek hatin ser min de lê kirin û nekirin min li eyneyê nenihêrt. Ez, niha şest û sê salî me, hêjî nikarim li neynikê binêrim. Serûçavê xwe yê nû meraq dikim, serûçavê min ê berê jî mîna xewn û xeyalan tê hişê min. Lê belê nikarim li sûretê xwe yê nû binêrim. Di jiyana min de du sûretên min çêbûn. Dibe ku hin sûretên min ên din jî hebin; lê belê ez dixwazim ku serûçavê min ê berê were hişê min. |